Dana Ebdulkerîm: Di vê kabîneyê de bi zêdetirî 900 milyar dînar projeyên rêyan hatine cîbicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Avedankirinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dana Ebdulkerîm ragihand, Ji dema destbikarbûna Kabîneya Nehem ve, 240 projeyên rêyan bi bihayê zêdetirî 900 milyar dînar hatine cîbicîkirin.

Wezîrê Avedankirinê di serdana xwe ya ji bo karên rêya dualî ya Derbendîxan - Kalar de ji rojnamevanan re got: Ev proje, yek ji projeyên stratejîk ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne û beşeke ji rêya sereke ya Silêmanî – Germiyanê ye ku ji her aliyekî 40 kîlometre û ji her du aliyan jî 80 kîlometre ye û jê nêzîkî 57 kîlometre hatiye cibicîkirin.

Dana Ebdulkerîm da zanîn, zêdetirî 35 pireyan li ser wê rêyê hene ku piraniya wan bidawî bûne û eger pirsgirêkên darayî nebin, dê heta dawiya îsal ev proje bidawî bibe.

Derbarê kêşeyên projeya rêya Warmawe-Derbendîxanê de jî, Wezîrê Avedankirinê got: “Pirsgirêka sereke ya projeyê girêdayî kompaniya cîbicîkar e. Me hişyarî daye kompanyayê ku eger di dema diyarkirî de dest bi karê xwe neke, emê rêkarên yasayî li dijî wê bigrin û projeyê paşve bikişînin û ji bo cîbicîkirinê radestî kompaniyeke din bikin.”

Amaje bi wê kir jî, eger budceya veberhênanê ji Herêma Kurdistanê e bê xerckirin, hemû projeyên sala 2024ê yên hatine rawestandin yan nehatine cîbicîkirin, dê werin cîbicîkirin.

Wezîrê Avedankirinê destnîşan kir jî, piştî Cejna Qurbanê dê projeya rêya Dukan-Çiwar Qurnê jî ji nû ve dest pê bike.