Stephane Dujarric: Em ji ber kuştina xelkê sivîl ê Xezzeyê nîgeran in
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî radigehîne, “Em ji ber kuştina xelkê sivîl ê Xezzeyê li jêr navê operasiyonên serbazî gelek nîgeran in.”
Berdevkê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric ragehand, “Baştirîn kar niha ji bo çarekirina rewşa Xezzeyê destpêkirina danûstandinan di navbera aliyên şerê Xezzeyê de ye.”
Stephane Dujarric herwesa got, “Em pêşwaziya azadkirina çar revandiyên Israîlî li Xezzeyê dikin û herwesa em daxwaza şandina revandiyên din jî dikin.”
Navbirî amaje jî da, “Em gelek nîgeran in ku xelk li jêr navê operasiyonên serbazî li Xezzeyê tê kuştin. Em careke din daxwazê ji tevaya aliyên şerê Xezzeyê dikin ku kesên sivîl biparêzin û xasma jin û zarokan ji ber ku ev qanûna navdewletî ye û divê hemî alî pabend bin.”
Berdevkê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ron jî kir, “Niha baştirîn pêngav destpêkirina danûstandinan e ji ber ku azadkirina revandiyan û gehandina zêdetir alîkariyan ji bo Xezzeyê dabîn dike.”
Çekdarên Bizava Hemasê li roja 07ê Cotmeha 2023ê êrîşeke berfireh kir ser Israîlê, ji bo dema çend rojan jî deverên Israîlê moşekbaran kirin û zêdetirî hezar û 400 kesan kuştin û zêdetirî 240 kesan jî revandin ku heta niha zêdetirî 130 kesan jî di agirbestan de hatine azadkirin.
Heta niha Israîlê jî zêdetirî 35 hezar Filistîniyan li kertê Xezzeyê kuştine ku piraniya wan jin û zarok in.