Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Di Kabîneya Nehem de veberhênana çandiniyê ji sedî 1.5 derketiye ji sedî 10

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Herêma Kurdistanê derbarê destkeftên Kabîneya Nehem di warê çandiniyê de ragihand, “Veberhênana çandiniyê ji %1.5 derketiye %10 û em ê zêdetir jî bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Hezîranê li hejmara xwe ya li tora civakî “X” behsa serkeftinên Kabîneya Nehemîn a di warê çandiniyê de kir û ragihand, berhemên hinar, sêv û hungiv bo bo bazara kendavê hatine şandin.

Herwiha amaje bi wê jî kir, Kabîneya Nehem molet dane kompanyayên pakêtkirin û hilberîna hêk, mast, şîr, zeytê zeytûnan û hinek din.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir jî: “Veberhênana çandiniyê ji %1.5 derketiye %10 û em ê karê zêdetir jî bikin.”