Asayişa Reqayê barekî mezin ê madeyên hişbir desteser kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê dest danî ser barekî mezin a madeyên hişbir û 2 bazirgan girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan roja 10’ê Hezîranê, 162 hezar hebên kaptagon û 45,5 kîlo heşîşa hişbir destser kirin.

Li gorî agahiyên hêzên ewlehiyê, wan rê li tevgereke qaçaxçiyên ku dixwestin madeyên hişber ji Reqayê derbasî navçeyeke din bikin, girtin û di vê derbarê de 2 kes girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêpirsîn bi kesên binavçkirî re daye destpêkirin û piştre dê wan sewqî dadgehê bikin.