Çavdêr: MHP nêzikbûna AK-Partî û CHPê li ser berjewendiyên xwe gef dibîne

Stenbol (K24) – Dengên nakokiyan ji hevpeymanetiya AK-Partiyê û MHPê di vê dawiyê bilind dibe. Li gor şîrovekarên siyasî AK-Partî gihiştiye wê baweriyê ku hevpeymanetiya digel MHPê zerer dide wê û lewma hin rêyên nû bo xwe hildibjêrê. Nêzikbûna CHPê yek ji rêyên nû yên AK-Partiyê ye û heke bi CHPê rêkeftineka biçûk jî çêbe, AK-Partî dê hewil bide xwe ji MHPê biparêze.

Gazind û nerazîbûnên MHPê ji hevpeymanê xwe bi AK-Partiyê re roj bi roj zêdetir dibe û daxuyaniya herî dawî yê Serokê MHPê Dewlet Bahçelî ku bang li AK-Partiyê kiribû ku bi CHPê re hevpeymanî bike, dengekî bihêz veda. Li gor hin şîrovekerên siyasî, MHPê heta niha sûd û destkeftên mezin ên aborî û siyasî ji hevpeymanetiya AK-Partiyê bidestxistiye û lewma nêzikbûna AK-Partiyê û CHPê li ser berjewendiyên xwe gef dibîne.

Şîrovekarê Sîyasî Mûfîd Yûksel ji K24ê re got: “Îro piraniya dadger û dozger û hêzên asayîşê, kadirên MHP ne. MHP ji AK-Partiyê zêdetir sûdmend bû ji wê hevpeymanetiyê. Berjewendiyên mezin ên siyasî û aborî bidestxist. Lewma naxwaze van sûdên xwe ji dest bide. Dema ku AK-Partî û CHP nêzikê hev dibin, MHP ditirse ku destkeftên xwe ji dest bide.”

Berî niha çend rojan Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan serdana CHPê kiribû û ev gav wekî konaxeka nû di hevsengiyên siyasî de hatibû nirxandin. Hin çavdêrên din ên siyasî jî balê dikşînin ser nêzikbûna CHPê û AK-Partiyê û diyar dikin Erdogan dixwaze xwe ji bargiraniya MHPyê biparêze.

Şîrovekarê Sîyasî Azad Sagniç dibêje: “Dewlet Bahçelî hişyarî dide AKP CHP û gel. Dixwaze siyaseta Tirkiyeyê dizayn bike. Bawer im ku Erdogan jî ji MHPyê nerazî ye û heke bikare bi CHPyê re lihev bike, dê xwe ji MHPê biparêze.”

Hevpeymaniya AK-Partiyê û MHPê nêzikê neh sal in bêyî çi pirsgirêkeke ciddî berdewam e. Lê vê dawiyê pirsên wekî kêmbûna dengên AK-Partiyê, çêkirina destûreka nû û peyama Erdogan ya ji bo di siyasete de nermbûn, gengeşe û pirsiyar li ser hevpeymaniya wan dirûst kiriye. Digel vê yekê hevrikiyên wan ên di nava bûrokrasiyê de jî dikare li ser hevpeymanetiya çarenûsaz be.