Mustafa Ozçelîk: Cejna Qurbanê bila bibe destpêka azadî, aramî û hevkariyên neteweyî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk peyamek bi boneya cejna Qurbanê belav kir û tê de ragihand, “Em hêvî dikin ku, li her çar perçeyên Kurdistanê, ev cejn bibe destpêka bidawîanîna şerî, parastina destkeftinên heyî, bidestxistina mafên neteweyî.”
Peyama Serokê Giştî yê Mustafa Ozçelîk:
Îsal jî li her çar perçeyên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li çar alîyên cîhanê, di bin nîrên şer, pevçûn, kuştin, wêranî, neheqî, bêedaletî, binpêkêrina mafên neteweyî û mirovî de em pêşewazîya cejna qurbanê dikin.
Em hêvî dikin ku, li her çar perçeyên Kurdistanê, ev cejn bibe destpêka bidawîanîna şerî, parastina destkeftinên heyî, bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk û hûnandina hişmendî, hevkarî û tifaqên neteweyî, niştimanî.
Bi hêvîya ku li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê, ev cejn bibe destpêka bidawîanîna şerî, kuştin û wêranîyan; bibe wesîleya bicîhanîna nirxên azadî, demokrasî, edalet, wekhevîyê, mafên netewî û mirovan û nirx û hişmendîya jîngehê.
Li gel hemû êş û xem û keserên gelê me, em cejna qurbanê ya misilmanên Kurdistanê û hemû misilmanên cîhanê pîroz dikin.