Hikûmeta Iraqê piştgiriya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Iraqê ragihand, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî piştevaniya xwe ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya tekez dike û pêşwaziyê li biryara Serokatiya Herêma Kurdistanê dike.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî îro 26ê Hezîranê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî piştevaniya xwe ji bo hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê tekez dike. Herwiha pêşwaziyê li biryara Serokatiya Herêma Kurdistanê dike ku demeke nû ji bo hilbijartinan di Cotmeha îsal de diyar kiriye.

Ewadî got jî: “Hikûmeta Iraqê amadehiya xwe ya temam ji piştevaniya mercên serkeftina vê proseyê nîşan dide. Herwiha dê her hewleke xwe bide ji bo ku beşdariya gelê me yê Kurd û hemû birayên me yên li Herêma Kurdistanê, da ku encamên proseya hilbijartinan, îradeya rasteqîne ya gelê me li Herêma Kurdistanê nîşan bide.”

Ev yek di demekê de ye, îro Serokê Herêma Kurdistanê roja 20.10.2024an wekî dema nû ya hilbijartinên gera şeşemîn a Perlemantoya Kurdistanê diyar kir.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro (Çarşem, 26.06.2024) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar li ser derxistina fermana herêmî ya hejmar 222 a sala 2024ê da, ku tê de hatiye: li dû benda duyê, madeya dehê, ji qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê, hejmar yek a 2005ê ya edilandî, me biryar li ser van xalan da:

1.  Diyarkirina roja 20.10.2024ê wekî roja birêveçûna hilbijartinên giştî ji bo gera şeşê ya Perlemana Kurdistana Îraqê.

2.  Tevaya aliyên peywendîdar bi bicihanîna karên pêdivî ji bo alîkarî û hevahengiyê bi Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê re ji bo bicihanîna vê fermanê pabend dibin.

3.  Ev ferman ji roja derkeftina wê tê bicihanîn û li rojnameya fermî tê belavkirin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Jivanê nû yê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê piştî helsengandineke temam a pêdivîtiyên hilbijartinan û danûstandinên bi aliyên peywendîdar re û guhdarîkirina dîtin û nerînan hatiye diyarkirin.”

Tevî ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 10.06.2024ê wekî roja birêveçûna hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê diyar kiribû, lê ji ber tevlînebûna PDKyê û pêkhatan ji ber biryara Dadgeha Federalî ji bo hilweşandina 11 kursiyên kutayê yên Perlemana Kurdistanê û “desttêwerdanên derve û berhevkirina dîzayna pêşwext ji bo hilbijartinan”, hilbijartin di wê demê de nehatin kirin.

 

Fly Erbil Advertisment