Rêber Ehmed: Hikûmeta Kurdistanê ji du salan ve amadebûna xwe ji bo hilbijartinan nîşan daye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de got: “Her çend di heyama du salên borî de prose ji ber sedemên cuda hat paşxistin, lê me duh di civîna Encûmena Wezîran de pêşwazî li roja nû ya hilbijartinan kir.”

Rêber Ehmed îro 27ê Hezîranê di konferanseke rojnamevaniyê de got: “Helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji beriya 2 salan amade ye hilbijartinan bên kirin. Niha jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye hevkariya Komisyonê bike ji bo lidarxistina hilbijartineke pak û dadperwerane.”

Derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî, Rêber Ehmed got: “Serdanên vê dawiyê yên Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê, pêwendî derbasî qonaxeke din bûne û em çaverê dikin ku di demeke nêzîk de beşek ji pirsgirêkan werin çareserkirin, bi taybetî mijara mûçe û bûdceyê, ku gavên baş avêtine, ewên maye jî ku pirsgirêkên girêdayî petrolê û madeya 140 ne, lê serokwezîr hewlên cidî dide ji bo di demeke nêzîk de wan çareser bike.”

Wezîrê Navxwe tekezî li ser wê yekê kir, “Destûr ew belge ye ku hemû pêkhateyên Iraqê li ser hevnêrîn in û em Kurd jî bi vê destûrê dilxweş in, ji ber ku piraniya maf û daxwazên rewa yên Herêma Kurdistanê tê de bicih bûne. Bi cîbicîkirina destûrê re, hemû pirsgirêkên Iraqê çareser dibin û hemû pêkhateyên etnîkî û olî hebûna xwe di çarçoveya destûrê de hîs dikin.”