Dem Partî: Berpirsê ziyanên şewatê DEDAŞ e

Diyarbekir (K24) – Dem Partiyê derbarê şewata di navbera Diyarbekir û Mêrdînê de rû daye, li ber saziya kehrebeyê daxuyaniyek da û amaje kir ku birpirsê ziyanan saziya kehrebeyê ye û heman demê de hikumetê jî kontrolên pêwîst pêk neaniye.

Karvedanên şewata di navbera Diyarbekir û Mêrdînê de rû daye berdewam in. Dem Partiyê derbarê vê mijarê de li Diyarbekirê li ber saziya belavkirina kehrebeyê DEDAŞê daxianiyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de bal hate kêşan ku bi salan e hikumet saziyên qada kehrebeyê, qada avê , qada çandiniyê difiroşe kompaniyan û piştî difiroşe jî pişkinînên wan baş nayên kirin ku di encamê de jî karesatên wek şewata zeviyan rû dide.

Dem Partî dibêje 15 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 78 birîndar bûn, 66 hezar kîlometreçargoşe zevî şewitî û ziyana derketî holê jî 700 milyon lîre ye ku berpirsê vê tabloyê jî Saziya Belavkirina Kehrebeyê Dedaş e. DemPartî balê dikêşe ku heta niha desthilatê derbarê berpirsiyariya DEDAŞê de daxuyaniyek nedaye û hewil heye ku saziya kehrebeyê were parastin.

Dem Partî dibêje di şewatên Antalyayê de rû dayîn bi helîkopteran dane şeve jî mudaxale hate kirin lê heman derfet bo şewata navbera Diyarbekir û Mêrdînê de rû dayî nehatiye pêşkêşkirin.