Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana têkoşerê navdar Mihsin Dizeyî dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana têkoşerê navdar Mihsin Dizeyî dike, rewşa saxlemiya wî dipirse û daxwaza silametiyê jê re dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê (Pêncşem, 27.06.2024) li bajarê Hewlêrê serdana têkoşerê navdar Mihsin Dizeyî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî rewşa saxlemiya têkoşerê navdar Mihsin Dizeyî pirsî û daxwaza silametiyê jê re kir.