Serokatiya Komara Îraqê pêşwaziya diyarkirina jivanê piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike

Koçka Selamê, Serokatiya Komara Îraqê, Bexda
Koçka Selamê, Serokatiya Komara Îraqê, Bexda

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Komara Îraqê pêşwaziya diyarkirina jivanê piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve dike û dbêje, “Piroseya demokrasiyê cihê şanaziya gelê me ye û destûr bingeha wî gelî ye.”

Serokatiya Komara Îraqê îro (Pêncşem, 27.06.2024) di beyannameyekê de pêşwaziya biryara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo diyarkirina jivanê piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê kir.

Di wê beyannameya Serokatiya Komara Îraqê de hatiye, “Piroseya demokrasiyê ji bo gelê me cihê şanaziyê ye û destûra federalî ye li ser bingeha daxwaza gel û pabendbûna bi veguhastina aştiyane ya desthilatê bi rêya sindoqên dengdanê hatiye avakirin.

Serokatiya Komara Îraqê amaje jî daye ku hilbijartinên perlemanê di piroseya demokrasî û pêşxistina siyasetvanan de stûneke bingehîn e û dibêje, “Ew pirose tenê piroseyeke hilbijartinan nîne, belkî diyarkirineke rastgo ye ji bo daxwaza xelkî û heza wan ji bo tevlîbûneke çalak di diyarkirina paşeroja welatê wan de.”

Herwesa gotiye, me rêz ji bo bizavên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ji bo birêvebirina piroseya hilbijartinan heye. Serokatiya Komarê hêvî kiriye ku zêdetir bizavê ji bo çespandina dadperwerî û zelalî û şefafiyetê di hilbijartinan de bike, herwesa daxwaz ji welatiyên Herêma Kurdistanê jî kiriye ku bi awayekî berfireh tevlî wê piroseyê bibin ku nîşana îradeya wan a rast ji bo diyarkirina nûnerên xwe li Perlemana Kurdistanê ye.

Fly Erbil Advertisment