Li Stenbolê li dijî danîna qeyûm mîtîngek tê lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û çend partîyên din ên opozisyonê îro li Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûm bo Şaredariya Colemêrgê, mîtîngekê lidar dixin.
Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê li dijî tayînkirina qeyûm ji bo Şaredariya Colemêrgê ku DEM Partiyê di hilbijartinên herêmî de bi destxist, îro 29’ê Hezîranê demjimêre di 19.00’an de mitîngekê bi dirûşma “Ji bo ked û azadiya xwe em ê rê nedin qeyûm” li Qada Kartal a Stenbolê lidar dixin.
Komîteya amadekar a mîtîngê ragihand, amadekariyên wan bidawî bûne û îro endam û alîgirên Dem Partî û çend partiyên din ên opozisyonê, dê ji bo şermezarkirina danîna qeyum, mîtîngek mezin li cadeya Kartale lidar bixin.
Têkildarî mitîngê bi rojan e li kolanan, taxan û di serdanên dikandaran de belavok tên belavkirin û dê beşdarvan ji 39 navçeyan bi wesayîtan bên veguhestin.
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş roja 3ê Hezîranê hat binavkirin û ji postê xwe hat dûrxistin û qeyûm li şûna wî hat bicihkirin, roja 5ê Gulanê jî ji aliyê Dadgeha Colemêrgê ve bi 19 sal û 6 mehan hat cezakirin. Nerazîbûnên li dijî danîna qeyûm li ser Şaredariya Colemêrgê jî berdewam dikin.