Li Tikriyeyê heqê elektrîkê ji sedî 35 hate girankirin û welatî bi gazin in

Stenbol (K24) – Li Tirkiyeyê heqê elektrîkê ji sedî 38 hate zêdekirin, Welatiyên Tirkiyeyê ji vê biryarê bigazind in û banga erzaniyê li hikûmeta xwe dikin. Bi taybet dikandar gazind ji giranbûna elektrîkê dikin yek ji wan li Stenbolê dibêje, pêştir xema wan ya sereke heqê kireya dikana wî bû, Lê niha xema heqê elektrîkê bûye şûngirê heqê kireyê.

Li Tirkiyeyê heqê elektrîkê ji sedî 38 hate girankirin. Ev biryar, welatiyên ku ji alîkî ve tûşî helawsana dijwar bûne û alîkî din ve jî rûbirûyê zehmetiyên debara jiyanê ne, nerazî kir. Yek ji wan welatiyan Fadîle Bahçecî dibêje, digel ku malbata wê qelebalix niye û di karûbarên malê de bi baldarî sexberiyê ji elektrîkê dike, fatûreyên wê ti carî nakevin bin hezar lîreyan û piştî girankirina dawî dê rewşa wan xirabtir bibe.

Welatî Fadîle: “Her tişt gelek biha bûye. Alîkî heqê elektrîkê û avê, alîkî heqê kirê, her tişt biha ye êdî. Mehane heqê elektrîka mala me hezar lîre digre. Me dikanek jî heye lê heqê elektrîka wê çar hezar lîre ye. Gelek zehmet bûye.”

Aliyê ku zêdetir gazind ji giranbûna heqê elektrîkê dikin dikandar in. Lewra cûreya elektrîka ku ew bikartînin ya pîşesaziyê ye û fatûrayên wan jî girantir in ji yên malan. Dikandarek dibêje, pêştir xema wan tenê heqê kirêya dikanê bû lê niha heqê elektrîkê jî ne kêmtir e ji xema kireyê.

Dikandar Mehmet Emîn: “Pirsa elektrîkê bo me gelek girîng e. Ji ber ku cûreya elektrîka me ya pîşesaziyê ye û em zêdetir pare bo elektrîkê didin. Me berê tenê xema kireya xwe dixwar. Niha xema heqê elektrîkê jî li ser wê xemê zêde bûye. Hêviya me ji hikûmetê erzankirina heqê elektrîkê ye ne bihakirin.”

Li helawsana dijwar a Tirkiyeyê yê erzan mayî elektrîk bû, ew jî hate girankirin. Bêgûman ev biryar jî yek ji encamên helawsanê ye ku baca wê ya giran xelk dide.

Fly Erbil Advertisment