Rêjeya keskbûna Hewlêrê gihîştiye ji sedî 20

Navenda Nûçeyan (K24) – Girîngîpêdana bi zêdekirina rûbera kesk û paqijkirina jîngeha Herêma Kurdistanê berdewam e. Di vê çarçoveyê de, 1200 gul li cadeya 60 metreyî ya Hewlêrê tên çandin.
Parka Samî Ebdulrehman bi rûbera 800 donim, wek embara berhemanîna oksîjenê ji bo Hewlêrê tê dîtin. Di parkê de bi sedhezaran darên ku sîmayeke ciwan û jîngehek paqij dane bajêr. Di çar salên borî de, keskahî ji %17 bûye ji %20, û pisporên jîngehê dibêjin ku zêdekirina keskahiyê, karekî wan ê pêşîne ye.
Jîngehparêz Aso Şikak ji K24ê re got: “Ji ber guherîna keşûhewayê, germahiya erdê roj bi roj zêde dibe. Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê re, hewl dide li Hewlêr û bajarên din ên Herêma Kurdistanê hêşînahiyê zêde bike.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser zêdekirina rûbera kesk ji bo jîngeheke baş û aram berdewam e. Di xebata herî dawî de, dest bi çêkirina parkekê li ser rûbera 18 hezar metreçargoşe li taxa jiyanê, bi milyarek û 46 milyon dînar kiriye û kar tê de berdewam e.
Çalakvanê jîngehparêz Serdar Mihemed jî got: “Divê welatiyên Herêma Kurdistanê hevkariya hikûmetê bikin û haje jîngehparêziyê hebin. Girîng e her kesek çend daran li ber malên xwe biçînin û xizmeta wan bikin.”
Ji ber guherîna keşûhewayê, pêwîst e rêjeya keskahiyê bê zêdekirin, ji ber wê û ji bo gihîştina bi asta keskahiyê pîvane, kampanya çandina dar û gulan li kolan û cihên giştî yên Herêma Kurdistanê berdewam e.