Serok Barzanî: Me danûstandineke avaker bi Serokwezîrê Îraqê re kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî dibêje ku, “danûstandineke avaker” bi Serokwezîrê Îraqê re kiriye û wan “nerînên hevpar” li ser rewşa navxwe û deverê hebûn.
Di daxuyaniyeke rojnamevanî ya hevpar de bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re, Serok Barzanî dilxweşiya xwe ji bo serdana xwe ya îro ji bo Bexdayê û civîna bi Sûdanî re diyar kir û ragehand ku, armanc ji serdana wî bihêzkirina wan bizavan e yên ku pêştir ji aliyê Serokwezîrê Îraqê ve hatine kirin û bûne sedema baştirbûna peywendiyên navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Serok Barzanî spasiya her du serokwezîran Mesrûr Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî û hemî wan berpirsên siyasî yên Îraq û Herêma Kurdistanê kir ên ku di dema borî de bizav ji bo baştirkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê kirine û pesna wan kir.
Serok Barzanî di derheqa naveroka civîna xwe û Serokwezîrê Îraqê de jî ragehand ku, “danûstandineke avaker” kiriye û “nerînên hevpar” li ser rewşa navxwe û deverê bi Serokwezîrê Îraqê re hebûn û tekez jî kir, “Em dê li ser hevahengî û alîkariyê berdewam bin.”
Serok Barzanî tekez jî kir, “Eger niyetên baş hebin, çi arêşe nabin ku ji bo çarekriinê zehmet bin. Spas ji bo Xudê ev niyet hene û birayê min Serokwezîrê Îraqê bi van niyetan serkirdetiya welatî dike. Bi wan niyetên em gehandine vê rewşa asode, em hêvîdar in encamp di berjewendiya hemî Îraqiyan de bin.”