Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Komara Çekê li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Tîrmeha 2024an pêşwazî li Balyozê Komara Çekê li Iraqê Petr Stepanek kir ku bi boneya bidawîhatina erkê wî serdan kiribû.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Balyozê Komara Çek li Iraqê kir ji ber xebatên wî yên ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî û hêviya serkeftinê jî di erkê wî yê bê de xwast.

Balyozê Çekê pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hevahengiya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Balyozxaneya welatê xwe nîşan da û xwast ku peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê di warên cuda de zêdetir bipêş bikevin.