Serok Barzanî li Bexdayê pêşwazî li şandeke hevbeş a balyozên 8 welatên Erebî li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 4ê Tîrmehê li Bexdayê pêşwazî li şandeke hevbeş a balyozên 8 welatên Erebî li Iraqê kir.

Şanda hevbeş a balyozên 8 welatên Erebî ji Balyozê Kuweytê Tariq Ebdullah El-Ferec, Balyozê Qeterê Sultan Mubarek Kubeysî, Balyozê Misrê Ehmed Semîr Hilmî, Balyozê Behreynê Xalid Ehmed El-Mensûr, Balyozê Umanê Şêx Mehmûd El-Exros, Berpirsyarê Balyozxaneya Urdinê Zeyd Ebû Hessan, Berpirsê Balyozxaneya Erebistana Siûdî Seîd El-Qehtanî û Berpirsê di Balyozxaneya Îmaratê de Mihemed Salih El-Tinêcî, pêk hatibû.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî kurteyek derbarê rewşa siyasî ya Iraqê, hokar û mebestên serdana xwe ya bo Bexdayê ji şanda mêvan re pêşkêş kir û bal kişand ser wê yekê ku atmosfereke erênî di rewşa siyasî ya Iraqê û helwestên wan de derketiye û li ser bingeha vê atmosfera nû em dikarin bigihin encamên baş ji bo çareserkirina pirsgirêkan, nehîştina astengî û qeyranan, ku dê bandorê li aramiya Iraq û navçeyê bike.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de ronahî xiste ser pirsa hebûna hêzên hevpeymanan li Îraqê û ragihand, pêwîst e ev pirs di çarçoveya rêkeftin û lihevkirineke niştimanî û bi berçavgirtina berjewendiyên Îraq û deverê binemayek jê re bê danîn.

Di beşeke din a hevdîtinê de, balyozên welatên Erebî hêvî xwastin ku serdana Serok Barzanî bo Bexdayê, bibe sedema başî û aramiya Iraqê. Herwiha tekezî li ser wê yekê kirin, welatên wan dê piştevaniya tevahiya Iraqê bikin ji bo bihêzkirina ewlehî, aramî û xweşguzariya welatiyên Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên Iraqê.

 

 

Fly Erbil Advertisment