Asayişê 11 kes li Dêrazorê girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş), 11 kes bi tohmeta endamtiya DAIŞê li gundewarê Dêrazorê girtin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, yekîneyên asayîşê 5 li bajarokê El-Izbah, 3 li gundê Ozman û 3 li bajarokê Muizila, girtin.
Kesên hatine girtin bi tohmeta endamtiya DAIŞê û beşdariya di êrîşên li ser li deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de tên tawanbarkirin.
HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji Adara 2019an ve, piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê, dest bi qonaxa dûvçûn û lêgerîna li şaneyên DAIŞê yên razayî kiriye.