Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê dike û pê re danûstandinan li ser rewşa siyasî û astengên di rêya piroseya siyasî de û mijara diyarkirina Serokê Civata Nûnerên Iraqê kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 04.07.2024) li bajarê Bexdayê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî kir.
Di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser peywendiyên dualî û danana mîkanîzma hevahengiyê bi aliyên pêkîner ên Çarçoveya Hevahengiyê re li hev guhertin.
Rewşa siyasî û astengên di rêya piroseya siyasî de û mijara diyarkirina Serokê Civata Nûnerên Iraqê jî mijarên tewerekî din ê wê rûniştinê bûn.
