Balyoza Amerîkayê: Me bi Serok Barzanî re piştevaniya xwe ji bo hilbijartinan tekez kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyoza Amerîkayê li Îraqê di peyamekê de amajeyê bi hevdîtina xwe ya bi Serok Barzanî re dide û dibêje, “Me bi Serok Barzanî re tekez li ser piştevaniya xwe ji bo piroseya hilbijartinan bi awayekî azad û zelal kir.”
Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski îro (Pêncşem, 04.07.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê peyamek li ser hevdîtina xwe ya bi Serok Barzanî re li Bexdayê belav kir û amaje da, “Ez herdem bi hevdîtina xwe ya bi Serok Barzanî re dilxweş im, tevî danûstandinên li ser peywendiyên me yên giring.”
Alina Romanowski herwesa got, “Me danûstandin li ser rewşa herêmî û hevpariya Amerîkayê ya berdewam bi Herêma Kurdistanê re kirin, herwesa me piştevaniya xwe ji bo piroseya hilbijartinan bi awayekî azad û zelal li Herêma Kurdistanê li roja 20.11.2024ê tekez kir.”
Serok Mesûd Barzanî duhî (Çarşem, 03.07.2024) li bajarê Bexdayê pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski kir. Serok Mesûd Barzanî duhî (Çarşem, 03.07.2024) seet 11:20 ê berî nîvro bi hevaltiya şandeke bilind a Herêma Kurdistanê gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê û ji aliyê Cîgirên Serokwezîrê Îraqê Mihemed Temîm û Fuad Hisên û hejmareke berpirsên hikûmî û siyasî yên Îraqê ve hat pêşwazîkirin.
Ew şanda hevaltiya Serok Barzanî ji bo Bexdayê dike ji Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Civata Wezîran Umêd Sebah, Şêwirmendê Serok Barzanî Erefat Kerem Stûnî, Endamên Mekteba Siyasî ya PDKê Azad Berwarî û Hêmin Hewramî, Berdevka Baregayê Bazirganî Xelîda Xelîl û hejmareke din a berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk tê.