Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşiyê li Dr. Seywan Elî Reza dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behînameyekê arasteyî Wekîlê Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Seywan Elî Reza dike û ji ber wexera dawiyê ya dayika wan serexweşiyê lê dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 07.07.2024) behînameyek arasteyî Wekîlê Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Seywan Elî Reza kir û tê de amaje da, “Ji bo wexera dawiyê ya dayika we yên rêzdar, ez serexweşiyê li binemala we ya rêzdar dikim û ez hevparê xema we me.”
Tekista behînameya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Rêzdar Dr. Seywan Elî Reza, Wekîlê Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Ji bo wexera dawiyê ya dayika we yên rêzdar, ez serexweşiyê li binemala we ya rêzdar dikim û ez hevparê xema we me. Xudayê mezin canê Xudêjêraziyê bi behişta berîn şa bike û sebr û hedarê bi we jî bide.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê