Hatîmogullarî: Divê Enqere lihevhatinê bi Kurdan re û diyalogê bi Esed re bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Dem Partiyê dibêje, çareseriya pirsa penaberên Sûrî li Tirkiyeyê, bi lihevhatina bi Kurdan re, diyaloga bi Esed re û dûrxistina cîhadiyan dibe.

Hevseroka Dem Partiyê Tulay Hatîmogullarî ji rojnameyeke Tirkiyeyê re da xuyakirin, di bûyera Qeyseriyê de jî diyar dibe, hin alî li hincetan digerin, ta ku li hemberî penaberan komkujiyan bikin û bi zorê ji Tirkiyeyê derxin.

Hatîmogullarî got, desthilata Tirkiyeyê ewqas penabarên Sûrî di çarçoveya planekê de qebûl kirine, ji aliyekî ve li hemberî Ewropayê wek kata fişar bikar anîne, ji aliyê din ve jî dixwazin wan li Rojavayê Kurdistanê bicih bike û demografiya wê derê biguherînin.

Hevseroka Dem Partiyê her wiha got, hemû siyasetên desthilatê vala derketine. Eger desthilat çareseriyeke rasteqîne dixwaze, divê bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê re li hev were, bi Esed re hevdîtinan bike û cîhadiyên Sûrî jî bidûr bixe.

Ev daxuyaniya gotinên Hevseroka Dem Partiyê piştî wê tê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan duhî ragihandibû, Enqere dê Serokê Sûriyeyê Beşar Esed vexwîne û ev yek dibe ku di her kêliyekê pêk were.

Erdogan tekez kir: “Niha em gihiştine astekê ku her dema Beşar Esed ji bo baştirkirina peywendiyên bi Tirkiyeyê re gavekê bavêje, emê bersiveke guncayê bidin.”

Fly Erbil Advertisment