Dana Endulkerîm: Zêdetirî 240 pirojeyên rêyan hatine bicihanîn

Dana Endulkerîm
Dana Endulkerîm

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Avedankirin û Akincîkirinê radigehîne, “Ew pirojeyên di warê rêyan de hatine bicihanîn, zêdetirî 240 pirojeyan in.” Herwesa dibêje, “Eger em helsengandinekê bikin, li dû wê rewşa ku Herêma Kurdistanê ji aliyê aborî ve tê de bû, ez dikarim bibijêim ya ku ji aliyê xizmetkariyên rêyan ve li serdema Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin bi dirêjahiya 10 salên borî nehatiye kirin.”

Wezîrê Avedankirin û Akincîkirinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dana Endulkerîm di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Zêdetirî 240 pirojeyên rêyan hatine temamkirin ku dibe 1300 kîlometrên rêyan û herwesa tevî wê jî rêya zêdetirî 200 gundan hatiye qîrkirin.”

Dana Endulkerîm tekez jî kir, “Eger helsengandinek bê kirin, li dû wê rewşa darayî ya ku Herêma Kurdistanê tê de bû di dema çar salên borî de yak u hatiye kirin di 10 salên borî de nehatiye kirin.”

Kabnîeya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema çar salên borî de bi gojimê 909 milyar û 927 milyon dînaran zêdetirî 240 pirojeyên rêyan li tevaya Kurdistanê bi cih anîne.

Piraniya wan pirojeyan ji aliyê ji aliyê kompaniyên navxweyî ve hatine bicihanîn. Li paşerojê jî teknolojiya nû û polymer tê bikaranîn û herwesa sîstema super pîv û teknolojiya bikaranîna qîrê kevin tê bikaranîn.

Di ser qeyranên darayî re, Kabnîeya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji pirojeyên avedankirinê ranewestiyaye û berdewam kar ji bo pêşxistina wan xizmetkariyan kiriye.