Wezareta Çandiniyê: Nêzîkî 600 hezar ton genim radestî hikûmeta Iraqê hatiye kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Birîkarê Wezîrareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê ragihand, heta niha 577 hezar û 74 ton genim radestî hikûmeta Iraqê hatiye kirin.

Birîkarê Wezîrareta Çandinî û Çavkaniyên Avê Kerîm Silêman ji K24ê re ragihand, eta duhî êvarê 577 hezar û 74 ton genim radestî hikûmeta Iraqê hatiye kirin. 132 hezar ton genimê mayî jî dê di demek nêzîk de bê radestkirin.

Kerîm Silêman got: “Heta duhî 70 milyar dînar ji pereyên genim hatibûn, lê yekser dest bi dabeşkirinê hat kirin, lê hîn jî beşek ji pereyan negihiştiye Kurdistanê û radestî cotyaran nehatiye kirin.”

Herwiha got: “Îsal rêjeya genim dê nêzîkî milyonek ton be. Li gor rêkeftinekê li gel Wezareta Çandiniyê ya Iraqê biryar hatiye dayîn ku îsal 700 hezar ton genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê bê wertinin.”

Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî roja 4ê Hezîranê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand: Hikûmeta Iraqê her tonek genim, bi 850 hezar dînar werdigire. Em pêşbînî dikin ku ji bo 2,955 milyon donim erd, 1.2 heta 1.5 milyon ton genim hebe. Lê belê ji ber barana dawîn û şewitîna zeviyên hin cotkaran, tê pêşbînîkirin ku ev rêje hinekî kêm bibe.”

Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got jî, sayloyên Herêma Kurdistanê ji roja 5ê Hezîrana 2024an dest bi wergirtina genim ji cotkaran dikin.