Mamostayên xwandina Kurdî li Kerkûkê di pirojeya Hejmara Min de tên tomarkirin
Kerkûk (K24) - Mamostayên xwandina Kurdî li parêzgeha Kerkûkê di pirojeya Hejmara Min de tên tomarkirin, daxwaz jî hatiye kirin ku di biryara parvekirina erdî li ser fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de mifadar bin.
Birêveberê Xwandina Kurdî li Kerkûkê Kameran Elî îro (Duşem, 15.07.2024) ji K24ê re ragehand, “Di çend rojên bê de tîmên pirojeya Hejmara Min ji bo tomarkirina mamostayên xwandina Kurdî serdana dibistanên Kerkûkê dikin, û texmîn dikin ku di çend rojan de hemî mamostayên xwandina Kurdî di pirojeya Hejmara Min de bên tomarkirin.”
Kameran Elî di derheqa hêsankariyan ji bo wergirtina mûçeyan de tekez kir, “Bankên pişkdar ên pirojeya Hejmara Min li taxên Kurdî yên bajarê Kerkûkê amûrên derxistina pereyî ATM û bingeh vekirine ji bo ku li paşerojê mamostayên xwandina Kurdî bi hêsanî bikarin mûçeyên xwe derbixin.”
Navbirî herwesa ragehand, “Wezareta Perwerdeyê nivîsarek pêşkêşî Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê kiriye, ji bo ku di biryara parvekirina erdî li ser fermanberên Herêma Kurdistanê de mamostayên xwandina Kurdî li Kerkûkê û Xurmatûyê jî feydeyî jê werbigirin, û li dû mîkanîzmekê li sinorê şaredariyên îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê erd bi wan bê dan.”
Li dû amarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, heta niha zêdetirî 400 hezar mûçexuran xwe di pirojeya Hejmara Min de tomar kiriye, herwesa 231 amûrên derxistina pereyî ATM li seranserî Herêma Kurdistanê berdest in û heta dawiya îsal dê bibin nêzî hezar armûran.