Li beravên Tirkiyeyê nêzîkî 300 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Derya
Derya

Navenda Nûçeyan (K24) – Li beravên Tirkiyeyê nêzîkî 300 koçberên neyasayî hatin desteserkirin û 68 koçberên ku ji hêla Yunanistanê ve hatine vegerandin, hatin rizgarkirin.

Hêzên ewlekariya sînor û beravên Tirkiyeyê li ser sînorê Yunanistanê û beravên derya Egeyê, 278 penaberên ku xwestin derbasî Yunanistanê bibin binçav kirin.

Li aliyê din, 68 koçberên ku ji hêla hêzên Yunanî ve ber bi Tirkiyê hatibûn vegerandin, di nava deryayê de hatin rizgarkirin.

Koçber radestî Îdareya koç û koçberan hatin kirin.

Roja Duşemê jî, Hêzên ewlekariya yên beravên Tirkiyeyê ragihandibû, wan li deryaya Egeyê 71 koçberên neyasayî ku 11 ji wan zarok bûn, rizgar kirin.