Akturk: Ji serê salê ve 1427 endamên PKK û YPGê hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê da xuyakirin, ji serê salê ve 1427 endamên PKK û YPG di operasyonan de hatine kuştin û li devera operasyona pence kilîl bi tonan teqamenî hatine desteserkirin.

Şêwirmendê Çapemenî û Çavkaniyên Mirovan yê Wezareta Bergiriya Tirkiyeyê Emîd Zekî Akturk got: “Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, li dijî her cure gef û metirsiyên PKK/KCK, YPG û PYD operasyonên xwe bênavber didomînin.”

Diyar kir jî: “Di hefteya dawî de, 72 endamên PKKê, ji serê salê ve jî 1427 endamên PKKê hatine kuştin. Li devera operasyona Pence-Kilîl, di nava komgeh û şikeftan de, bi tonan teqamenî û çek hatine desteserkirin.”

Akturk amaje bi wî jî kir, pêwendî û hevkariyên wan li gel hikûmeta navendî ya Iraqê hene û ew ji wan pêngavên dawî jî dilxweş in û dixwazin bidomin.

Wî berpirsê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê got jî, 800 gund bi zorê ji aliyê PKKê ve hatine valakirin, deverên ava û daristan şewitandine û gelê sivîl jî wek mertal bikar tîne.