Bi 20 milyar dînaran hejmareke cadeyan li Dihokê tê çêkirin

Dihok
Dihok

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Şaredarî û Geştyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Çend cadeyên 60 metrî û 30 metrî li Dihokê tên çêkirin.”

Wezareta Şaredarî û Geştyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 25.07.2024) parve kiriye, “Di çarçoveya pirojeyên xizmetkariyên Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pilana Parêzgerê Dihokê û şaredariyên Dihokê ji bo zêdetir avedaniyê û xizmetkirina welatiyan de û herwesa pêşxistina cadeyan deverê, çend cadeyên 60 metrî û 30 metrî li sinorê şaredariya Tenahiyê ya Parêzgeha Dihokê tên çêkirin.”

Li dû ragehandina Wezareta Şaredarî û Geştyariyê, ew piroje yek ji pirojeyên xizmetkariyan ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ku bi 20 milyar dînaran li ser budceya Parêzgeha Dihokê û bi serperiştiya Serokatiya Şaredariya Tenahiyê ya girêdayî Birêveberiya Giştî ya Şaredariya Dihokê tê bicihanîn.

Ew piroje ji çêkirina cadeyeke 60 metrî û çend cadeyên din ên 30 metrî li sinorê Komelgeha Tenahiyê ya Parêzgeha Dihokê pêk hatiye. Tevî hêsankariyên hatin û çûnê, sîmayekî xweşiktir jî dide wê şaredariyê.

Fly Erbil Advertisment