Bi biryara Mesrûr Barzanî dest bi bicihanîna pirojeya kareba 24 seetî hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû biryareke Serokwezîr Mesrûr Barzanî, kareba Herêma Kurdistanê dibe 24 seetî û ji bo cara yekê jî ev biryar li taxa Şadiyê ya bajarê Hewlêrê çû di warê bicihanînê de. Niha wê taxê 24 seetan kareba niştîmanî heye û dê ji bo demekê ezmûnî be.

Pirojeya ezmûnî ya kareba 24 seetî li taxa Şadiyê ya Hewlêrê çû di warê bicihanînê de û welatî bi keyfa xwe karebê bi kar tînin. Armanca wê pirojeyê jî kareba 24 seetî ji bo tevaya Herêma Kurdistanê ye.

Birêveberê Giştî yê Kareba Hewlêrê Bextyar Qasim ji aliyê xwe ve ji K24ê re ragehand, “Taxa Şandiyê ku du hezar pişkdarên karebên hene, feydeyî ji pirojeya ezmûnî ya kareba 24 seetî werdigirin.”

Ev pêngava destpêkê ya ezmûnî ye ji bo taxa Şadiyê ya Hewlêrê. Daxwazî li ser bikaranîna karebê li Hewlêrê du hezar û 100 mêgawat in ji bo ku bibe 24 seetî lê armanc mezintir e, bi awayekî ku kareba 24 seetî hemî Herêma Kurdistanê vebigire.

Êdî li vê taxê kareba niştîmanî ji bo deqîqeyekê jî nayê birîn, welatî jî tenê pereyê yek pilêta karebê didin. Biha jî li beranberî dema borî ji bo welatiyan kêmtir e, ev jî wesa dike ku welatî dilxweş bibin.

Fly Erbil Advertisment