Dadgeha Federal dozek di berjewendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de red kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro 28ê Tîrmehê, doza ji bo hilweşandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye vekirin, red kir.

Ew doz ji aliyê endama Fraksiyona Niwey Niwê (Nifşê Nû) li Parlamentoya Iraqê Serwe Ebdulwahîd ve hatiye vekirin ku daxwaz kiriye ku eger di heyama 3 mehên bê de hilbijartinên Parlamentoyê neyin kirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û biryarên wê bê hilweşandin.

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, wan ew doz red kiriye ji ber ku ew ne di çarçoveya desthilata dadgehê de ye.

Hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê roja 20/10/2024’an, bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tê lidarxistin.

Jêderekî ji Komisyona Hibijartinan jî ji K24ê re ragihandibû: “Me ji sedî 80ê amadekariyên hilbijartinan bidawî kirine û aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî gelek bi me re hevkar in.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî îro 28ê Tîrmehê, di dema pêşwaziya li Serokê Ofîsa Hilbijartinan a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Amêr Mûsa Huseynî de ragihand, hemû pêdiviyên hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê hatine dabînkirin..

Fly Erbil Advertisment