Tevaya fermangehên dadnivîsînê yên Herêma Kurdistanê bûne sîstemên eliktironî

Fermangeha Dadnivîsînê ya Yekê ya Hewlêrê
Fermangeha Dadnivîsînê ya Yekê ya Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çend salên borî de tevaya fermangehên dadnivîsînê yên Herêma Kurdistanê bûne sîstemên eliktironî, vê yekê jî wesa kiriye ku bi kêmtirîn dem zêdetirîn karûbarên welatiyan bên bicihanîn.

Ji sala 2019ê ve tevaya fermangehên dadnivîsînê yên Herêma Kurdistanê bûne sîstemên eliktironî, tenê li sinorê parêzgeha Hewlêrê 16 fermangehên dadnivîsînê hene.

Di şeş mehên destpêkê yên îsal de jî zêdetirî 330 hezar karûbarên welatiyan hatine bicihanîn, ku 142 hezar ji wan karûbarên wekîlnameya taybet bûn.

Birêveberê Dadnivîsînê yê Yekê yê Hewlêrê Botan Kameran ji K24ê re ragehand, “Ji ber sîstema eliktironî rotîn nemaye û her welatiyek ku tê fermangehên dadnivîsînê di dema pênc deqîqeyan de karên wî tên birêvebirin.”

Tenê li fermangehên dadnivîsînê yên sinorê parêzgeha Hewlêrê, her rojê zêdetirî du hezar û 500 karûbarên welatiyan tên bicihanîn, zêdetirî 50% ya wan karûbaran jî yên welatiyên başûr û naverastên Îraqê ne.