Li Diyarbekir û Wanê nivîsên kurdî yên li ser kolanan hatin jê birin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekir û Wanê nivîsên kurdî yên li ser kolanan ji bo hişyarîya ajokaran hatine nivîsandin, ji alîyê hinek kesan ve hatine reşkirin. Piştî ku şaredarî ji alîyê DEM Partîyê ve hatin bidestxistin, ev nivîs hatibûn nivisandin.

Li Diyarbekir û Wanê piştî ku 31 Adarê di hilbijartinê de DEM Partî biser ket, yek jî xebatên wan, nivîsandina kurdî li ser kolanan bû.

Ji berîya çend rojan li Wanê li şûna nivîsa “Pêşî Peya”, “Burası Turkiye Turk Kalacak (Ev der Tirkiye ye wê tirk bimine) hat nivîsandin.

Herwiha şeva borî jî li Diyarbekirê jî nivisên “Pêşî Peya” û “Hêdî” hatin jêbirin.

Tê gotin, dema ku ev nivîs hatine jêbirin, polîs jî lê wê derê bûn û di bin kontrola polisan de ve yek hatiye kirin.

Fly Erbil Advertisment