Kuştina Narîna 8 salî zêdebûna sûcên li dijî zarokan anî rojevê
Diyarbekir (K24) – Tirkiye îro ji bo kuştina Narînê, duh ji bo Leyla a 4 salî û pêştir jî Eylûla 8 salî digirî. Li Tirkiyeyê tundî û destdirêjî di nav pirsgirêkên herî girîng de ne, ev rewş; di daneyên rapora sala 2023'an a Midûrîyeta Giştî ya Qeyd û Îstatîstîkên Cezayê ya girêdayî Wezareta Dadê de jî diyar dibe.
Kuştina Narîn Guran a ku Tirkîye bi xemgînî hejand, di salên dawî de zêdebûna sûcên li dijî zarokan jî anî rojevê. Li gorî daneyên Wezareta Dadê, di nava 8 salan de sûcên tundiyê yên li dijî zarokan, du qat zêde bûne. Tenê par, hejmara dosyayên têkildarî vî sûcî 66 hezar û 138 bû. Li gorî daneyan, ji wan nêzî 15 hezar dosye jî hatine encamdan. Li gor zagona Tirkîyeyê; kuştina kesekî sizayê wê, hevskirina hetta hettayê ye. Her wiha ev siza ji bo kesên ku alîkarîya wan dike jî heye. Li gor hukuknasan kesên dewlemend an ku malbatên tên nasîn, dema ku sucekê dikin bêceza dimînin, ev jî dibe sedema zêdebuna buyerên wuha.
Parêzer Aydin Altaç ji K24ê re got: “Di nava gel de fikrek çêbûye ku kî bûyerên mezin bike û xurt be ew jê re dimîne. Di bûyerên wiha de gerekî tedbîrên mezin werin girtin. Ne dema ku buyer qewimî ji berîya bûyeran divê ev tedbîr bên standin”
Di sedema mirinên zarokan de; îstîsmar û destdirêjîya li ser zarokan, fîzîki û xerabkarî, balnedanî, parastina ne ji dil, îstismarkirinên bazirganî an yên din hene. Pispor jî dibejin ev zêdebun; ji zordestî u fikra ku ji gotinên zarokan nayê bawer kirinê ye.
Derûnînas Ramazan Kayar dibêje: “İnsan divê an fedî bike an jî bitirse. Di van bûyeran de ne fedî kirin ne jî tirs heye. dema ku ev herdu nebin herkes dikare her tiştî bike. ji xwe tişta mirovan ji heywanan cuda dike jî eve. dema ku derodora kiryaran li ser wan bandorê bike, weke ku kes silavê nede û helwestekê nişan bide, ew jî hêdî ji van kiryarên xwe dur dikevin.”
Kuştin û tundîya li dijî zaroka pirsgireke herî mezin ê Tirkîyeyê ye. Di sala dawî de li Tirkîyeyê 66 hezar bûyerên tundî yên li dijî zarokan qewimîye. Li gorî pispora jî ev zêdebûn, bêdengîya di nav civakê ye.