Çavdêrekê siyasî: Divê Iraq feydeyî ji ezmûna desthilatdariya Herêma Kurdistanê werbigire

Navenda Nûçeyan (K24) - Tevî ku Iraqê dahateka zêde heye û dikare baştirîn xizmetkarî û jêrxaneyê ji bo welatiyên xwe dabîn bike jî, lê ji ber gendelî û nezelaliya di dahat û xerciyan de, welatiyên Iraqê di rewşeka xirab de ne û heta ji mafên herî bingehîn ên wekî av û elektrîkê jî bêpar in.

Çavdêrê siyasî Yasîn Mehmûd ji Kurdistan24ê re ragihand: "Siyaseta birêvebirina aborî li Iraqê xirab û nezelal e û gendelî pir heye." Amaje jî da: “Çavkaniyên dahata welatî hemî venagerin yek sindoqê, lê vedigerin hejmareka sindoqên partiyan ên cuda cuda, komên çekdar û aliyên din. Vê yekê jî siyaseta birêvebirina aborî ya Iraqê xirab kiriye.”

Yasîn Mehmûd herwesa got: "Berevajî Iraqê, siyaseta birêvebirina aborî ya Kurdistanê siyaseteka rast bûye, ji ber vê yekê Bexda dikare ji siyaset û ezmûna Herêma Kurdistanê feydeyî werbigire û bi hev re ew dikarin doza aborî ya Iraqê bi siyaseteka zelaltir birêve bibin." Tevî ku tenê 5% ya budceya Iraqê ji bo Kurdistanê hatiye terxankirin jî, ew di warê xizmetkarî, aborî û pêşkeftinê de bi qasî erd û asmanan ji hev dûr in.”

Kandîdê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê Sîrwan Areb ji Kurdistan24ê re ragihand: "Em ne tenê nûnertiya Herêma Kurdistanê dikin, lê em berevaniyê ji mezlûmiya tevahiya gelê Iraqê dikin, her ji Besrayê heta Fawê."

Navbirî amaje jî da ku Iraq niha di krîzeka aborî ya giran de ye û tenê xwe dispêre petrolê, ev jî di rewşa her daketineka bihayê petrolê de dê karesateka mezin çê bike.

Kandîdê PDKê tekez jî kir: "Em li wê bawerê ne ku divê em hemî bixebitin da ku hemî welatiyên Iraqê di nav xêr û xweşiyan de bijîn. Ger ew xêr û xweşî li Iraqê bê bicîhanîn, dê bibe sedema wê yekê ku herêm, xasma jî Herêma Kurdistanê, wekî qewareyeke destûrî ya bihêz be û li ser hemî deverên din ên Iraqê bandor hebe. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di karnameya xwe de tekezê li ser aboriyeka mezin dike, da ku jîngeheka guncayî ji bo veberhênanê biafirîne, da ku sektora taybet bibe motora mezinbûna aborî li Iraqê.”

Her çend her kes dixwaze di hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê yên 11ê Mijdarê de herî zêde kursiyan qezenc bike, kêm ji wan plan hene ku rewşa welatiyên Iraqê baştir bikin. Bi bawera Iraqiyan jî, tenê rû tên guhertin, rewşa wan baştir nakin. Tenê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo bicihanîna planên stratejîk bi awayekî cuda dixebite.

 
Fly Erbil Advertisment