Trump nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re şand

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê di nameyekê de spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir, ji ber piştgiriya wî ji bo bizavên wî yên ji bo aştiyê. Herwesa girîngiya bidawîanîna nakokî û aloziyan li Rojhilata Navîn jî tekez kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di ragihandinekê de amaje da ku, şeva borî (Sêşem, 21ê Cotmeha 2025ê) nameyek ji Serokê Amerîkayê Donald Trump gihîştiye Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.
Di wê ragihandinê de hatiye gotin ku, Trump di wê nameyê de spasiya Nêçîrvan Barzanî kiriye, ji ber piştgiriya wî ji bo bizavên wî yên ji bo aştiyê. Herwesa girîngiya bidawîanîna nakokî û aloziyan li Rojhilata Navîn jî tekez kiriye.
Trump di nameya xwe de ji bo Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir ku, welatên cîhanê dikarin ji nakokiyên kevin derbaz bibin û ber bi paşerojeka hevpar a aştî, serkeftin û pêşveçûnê ve biçin.
Li gorî wê ragihandinê, Trump pabendbûna xwe û birêvebiriya xwe ji bo binecihkirina aştiyeka berdewam û bidawîanîna aloziyan li Rojhilata Navîn û bidawîanîna şer û kuştinan li deverê û hemî cîhanê diyar kiriye.
Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje da wê yekê jî ku, Trump di dawiya nameya xwe de tevî silav û rêzan ji Nêçîrvan Barzanî û malbata wî re serkeftin xwestiye.