Îbrahîm Gûrbûz: Dewlet piştgiriyê nade weşanxaneyên kurdî

Stenbol (K24) – Li Tirkiyeyê bihabûna xercên çapkirina pirtûkan, zerereke diyar gihandiye karê çapxane û weşanxaneyan. Di heşt salên derbasbûyî de, hejmara pirtûkên ku hatine çapkirin zêde nebûye û li vî welatî salê sê pirtûk dibe pişka serê her kesekî. Bazara weşanxaneyên Kurdî jî ji weşanxaneyên Tirkî xirabrtir e. Li gor amara weşanxaneyeke Kurdî, rêjeya pirtûkên ku ew çap dikin ji sedî 90 kêm bûye.

Amareke Yekîtiya Weşanxaneyên Tirkiyeyê hişyariyê li ser berhemanîna pirtûkan dide. Li gor amarên wê saziyê di sala 2023an de 400 milyon û 340 hezar pirtûk hatine çapkirin. Beriya heşt salan jî hejmara pirtûkên ku hatibûn çapkirin 404 milyon bû û digel ku serjimêriya Tirkiyeyê 5 milyon zêde bûye, di heş salên borî de çi pêşveçûn di kertê berhemanîna pirtûkan de nebûye.

Li gor çapxaneyekê sedema vê pirsê hem giranbûna xercên çapkirina pirtûkan hem jî bi lawazbûna çanda xwendinê li xwe digre.

Xwediyê Çapxaneya Nas dibêje: “Yek, kiryar nîne. Du, berhemîner nîne. Sê, dema te pirtûk berhem anî xercên çapkirina wê gelek giran e û ya çaremin jî dema tu ji sedî 50ê dahata pirtûkê bidî weşanxaneyê qezenca wê jî namîne. Ev çar sedemên bingehîn in. Sedema din a kêmbûna hejmara çapkirina pirtûkan jî ew e ku, êdî em pirtûkan bi dijîtal çap dikin. Nivîskarê pirtûkê çend bixwaze ew qas tê çapkirin. Lê di sîstema ne dijîtal de em neçar bûn herî kêm hezar pirtûk çap bikin.” 

Rewşa kertê weşangeriya Kurdî xirabtir e ji weşanxaneyên Tirk. Berpirsê Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî dibêje, beriya sê salan wan zêdetir ji 5 hezar pirtûk çap dikirin, lê niha nikarin 100 pirtûk jî çap bikin. Herçend ew jî ji xercên giranbûna çapkirina pirtûkan gazind bike, gazindeka wî ya din jî heye.

Berpirsê Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gûrbûz ji K24ê re got: “Dewleta Tirk piştgiriya weşanxaneyên Tirk dike, lê piştgirî nade weşanxaneyên Kurdan. Weşanxaneyên Kurdan jî bi derfetên gelek zehmet kar dikin. Wekî mînak bidim, me beriya sê salan penç hezar û pênsed pirtûk çap dikirin, lê niha em nikarin 100 pirtûk jî çap bikin. Ji ber ku li aboriyê xercên çapê gelek giran bûne û li aliyê din jî mixabin rêjeya xwendinê li cem Kurdan ne di asta pêwîst de ye û daxwaz li ser pirtûkan kêm e.”

Sala borî sê pirtûk dibûn pişka serê her kesekî. Di demekê de ku li vî welatî çanda xwendinê ber lawazbûnê ye û xercên çapkirina pirtûkan jî her girantir dibe, gelek tê meraqkirin dê îsal çend pirtûk bên çapkirin û çend pirtûk dê bibin pişka serê her kesekî.

Fly Erbil Advertisment