Sala nû ya perwerdeyê sibe li Herêma Kurdistanê dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi beşdariya zêdetirî 1,8 milyon xwendekar li dibistanên giştî û taybet, sala nû ya perwerdehiyê sibe Herêma Kurdistanê dest pê dike.

Sala nû ya perwerdehiyê ya 2024-2025ê sibe Çarşemê 24-09-2025an li dibistanên hikûmî û nehikûmî yên Herêma Kurdistanê dest pê dike.

Berdevkê Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Siweylî ji K24ê re ragihand, sala nû ya perwerdeyê ya 2024-2025an bi beşdariya zêdetir ji 1 milyon û 720 hezar xwendekaran li dibistanên fermî û zêdetirî 132 hezar xwendekaran li dibistanên nehikûmî dest pê dike.

Sîweylî diyar kir, zêdetirî 118 hezar mamosteyên karmend û zêdetirî 38 hezar mamostayên bi peyman di Wezareta Perwerdeyê de hene, hemû bi hev re sala nû ya xwendinê ya 2024 – 2025an birêve dibin.

Ji bo berfirehkirina jêrxana perwerdeyê û nehîştina sîstema du dewamê û sê dewanê li dibistan û navendên perwerdeyê, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hejmarek ode û dibistan nû ava kirine û hejmareke din jî li ber qedandinê ne.

Di heyama Kabîneya Nehem de, zêdetir ji 195 avahiyên nû û 460 ode ji bo sektora perwerdeyê li Herêma Kurdistanê hatine avakirin û 1660 dibistan hatine nûjenkirin. Di encamê de, cihên nû ji bo zêdetirî 100 hezar xwendekar di sektora giştî de hatine vekirin

Fly Erbil Advertisment