Zavayê Hesen Nesrullah û 3 kesên din di êrîşeke Îsraîlê li ser Şamê de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, zavayê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrullah, di êrîşa Îsraîlê ya li ser avahiyekê li Şamê de, hat kuştin.

Rewangehê diyar kir, êrîşa ku duhî Çarşemê avahiyek li devera Mezzeh a Şamê kiribû armanc, 4 kes kuştin, di nava wan de 2 Libnanî hebû, yek ji wan Hesen Cafer Kasir e, ku zavayê Hesen Nesrullah e.”

Da zanîn jî, di êrîşê de jinek û kesekî din ku nasnameya wî ne diyar e hatine kuştin. Herwiha 3 kesên din jî birîndar bûn.

Diyar kir jî, “êrîşa Îsraîlê qata yekê ya avahiyeke sê qatî kir armanc, ku serkirdeyên Hizbullah û Pasdarên Îranê gelek caran lê dimînin.”

Roja Sêşemê jî, 6 kes, di nav wan de 3 çekdarên ser bi Îranê ve û 3 sivîl (yek ji wan rojnamevaneke jin) hebûn, di êrîşên Israîlî li ser Şamê û derdora wê de hatin kuştin, li gorî Rewangehê.

Di van rojên dawî de, Îsraîl armanckirina navçeyên cuda yên Sûriyeyê û xalên nêzîkî deriyên sînorî yên di navbera Sûriye û Libnanê de zêde kirine, ku di heftiya borî de bi dehhezaran kes ji ber êrîşên Îsraîlê li ser başûrê Libnanê de derbasî Sûriyeyê dibin.