Efrîn.. 2 çekdarên ser bi Tirkiyê ve ji aliyê droneyeke nenas ve hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Droneyeke a nenas motorsîkleke çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Efrînê bombebaran dike û 2 çekdaran dikuje.

Jêderekî xwecihî ji Efrînê ji K24ê re got, îro danê sibe Droneyeke nenas motorsîklek li geliyê Kêl Êhme yê di navbera gundê Xalta û Miskê de bombebaran kir û 2 çekdarên ji grûpa Ehrar El-Şerqiyê yên li ser wê motorsîklê bûn, hatin kuştin.

Wî jêderî diyar kir, yek ji kesên kuştî navê wî Xalid Sibêh e û ji xelkê Dêrazorê ye.

Roja 28ê Hezîrana borî jî motorsîkla serkirdeyê El-Qaîde Ebû Hemze El-Yemenî li gundewarê Idlibê ji aliyê Droneyeke Hevpeymaniya Navdewletî ve hatibû aramckirin û hat kuştin.