Li Tehranê keçeke Kurd piştî êşkenceya hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest da

Jîna Emînî, keça Kurd a 22 salî ku li Tehranê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû desteserkirin, piştî 3 rojan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hewlêr (K24) - Jîna Emînî, keça Kurd a 22 salî ku li Tehranê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû desteserkirin û piştre ji ber ku êşkence lê hatibû kirin, bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin û îro piştî 3 rojan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

“Jîna Emînî” ku li Îranê bi navê “Mehsa Emînî” hatiye nasandin, xelkê navçeya Seqizê ya Rojhilatê Kurdistanê û 22 salî bû û tevî malbata xwe ji bo serdankirina xizm û kesûkarên xwe çûbû Tehranê.

Roja sêşemê 13ê Îlona 2022yan dema ku  Jîna Emînî bi birayê xwe re bûye, li stasyona Heqanî ya metroyê li Tehranê ji aliyê polîsên Tehranê ve bi hinceta ku pabendî hicaba îslamî nebûye, hatibû desteserkirin û bo girtîgeha polîs a li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû veguhastin.

Kesên ku di dema desteserkirinê de bi Jîna re bûne, ji medyaya Îranê re gotine ku di dema veguhastina bo navenda polîs de, polîsan li wê keça Kurd xistine û li navenda polîsan rewşa wê ya tendirustiyê xirab bûye.

Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ragihandine, piştî ku rewşa tendirustiya wê li nexweşxaneyê xirab bûye, bi awayekî dereng bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Malbat û xizmên Jîna Emînî ragihandine, li nexweşxaneyê ji wan re hatiye gotin, Jîna tûşî krîza dil û mejî bûye û ji hişê xwe çûye û di komayê de ye.

Hejmarek rojnamevanên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê ji bijîşkên Nexweşxaneya Kasrî ya Tehranê ragihandine, Jîna Emînî tûşî krîza mejî û dil nebûye, lê derb li ser wê hatiye xistin, ji ber wê jî serê wê şikestiye û tûşî xwînberbûna mejî bûye.