ENKS: Çekdarên PYDê li Qamişlo êrîşî çalakiyeke aştiyane kirin

Çalakiya Qamişlo
Çalakiya Qamişlo

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ragihand, ji bo redkirina biryara Rêveberiya Xweser a girtina dibistan û peymangehên taybet, bi sedan kes bi çalakiyekê ew biryar red kirin, lê hêzên ser bi PYDê ew çalakî bi darê zorê belav kir û hejmarek çalakvan revandin.

Sekretariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, “Li ser banga rêxistinên civaka sivîl a îro Çarşemê 28ê Îlona 2022an bi sedan xelk û xwendekar ji bo redkirina biyara PYDê ya girtina dibistan û peymangehê taybet, li pêş avahiya Netewên Yekgirtî li Qamişlo dest bi xwepêşandeke aştiyane kir.”

ENKSê diyar kir, “Çekdarên PYDê hewl dan bi zorê vê çalakiyê belav bikin û bi otomobîlan ketin nav çalakiyê û hejmarek ji çalakvanan girtin û dest danîn ser mobîlên wan û nehiştin dîmenên çalakiyê bigirin.”

Her got: “Encûmena Niştimanî ya Kurdî ku piştevaniya bangewaziya xelkê dike, biryara girtina wan peymangeh û dibistanan dubare dike û kiryarên çekdarên ku êrişî xwepêşandanê kirine şermezar dike û daxwaza berdana kesên hatine revandin û vegerandina tiştên ku ji welatiyan dizîne dike.”

Ev çalakî piştî wê tê, Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê di çend rojên borî de hemû dibistan û peymangehên taybet ên ku perwerdehiyê bi sîstema xwendina hikûmeta Sûriyê dide li bajarê Qamişlo girtibûn, rêxistinên civaka sivîl û ENKSê jî banga çalakiyekê ji bo redkirina vê biryarê kiribûn.