Maşîneyên kar ketin nav girtîgeha Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) – Li Girtîgeha Diyarbekir a bi êşkenceyên li kurdan hatine kirin navdar e, wesaîtên kar dest bi xebatê kirin ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dabû zanîn ku dê girtîgeh bibe muzexane û girtiyên mexdûr jî amaje kiribûn ku divê bibe muzexaneyek wisa ku hemû êş û azarên tê de hatîn jiyîn werin vegotin.
Li girtîgeha Diyarbekir ya ku di 13'ê Cotmeha 2022'an de hat tahliyekirin, makîneyên înşaatê dest bi xebatê kirin. Girtîgeha Diyarbekirê ji bo bibe muze ji Wezareta Edaletê sewqî Wezareta Çand û Tûrîzmê hatibû kirin.
Di navbera salên 1981-1984’an de piştî derbeya 12’ê Îlona 1980’an li Girtîgeha Hejmara 5’an a Diyarbakirê ku rojnameya The Times’ê weke yek ji “10 girtîgehên herî xirap ên cîhanê” cih girtibû, 34 kesan jiyana xwe ji dest dan. Digel ku gelek kesan ji ber îşkenceyên giran hevsengiya derûnî winda kirin, bi dehan kes jî seqet man. Îşkenceya bi ceryanê, lêdan, avêtina kanalîzasyonê, fetisandin û tecawiza bi çopê di nav wan îşkenceyan de bûn.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya li Diyarbekirê da der barê girtîgehê da wiha gotibû: Avahiya Girtîgeha Diyarbekirê ya ku di demên borî da rastî gelek êş, zulm û bîranînên nebaş hat, êdî wê hem bibe cihê bîranînê û hem jî di warên çand û hunerî de çalakiyan li dar bixin. Em hêvîdar in ku ev xebata ku ji muzeyan bigire heta pirtûkxane, yekeyên çand û hunerê dê gelek beşan bigre nav xwe, ji bo Diyarbekirê bi xêr be.