Hêzên asayişê 54 tawanbar li Hesekê girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) li başûrê Hesekê, dest bi operasyoneke ewlehiyê kir û 54 tawanbar girtin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, hêzên asayişê li bajarokên Şedadê û Erîşa û gundên wê yên li başûrê Hesekê di operasyoneke ewlehiyê de, 54 tawanbar girtin. 

Amaje bi wê jî kir, hêzên asayişê di operasyonê de dest danî ser hejmarek ji çekên curbicur, wek klaşînkov, dabance, bome û cebilxane.

Roja 5ê vê mehê jî hêzên asayişê li gundewarê Dêrazorê dest bi operasyoneke ewlehiyê li dijî bazirganên madeyên hişbir kir û di encamê de, 18 kes ku di nava wan de 2 jin hebûn girtin.

 
Fly Erbil Advertisment