Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê: Hilbijartin hêviyên neteweyî zindî dike

Diyarbekir (K24) – Li Bakurê Kurdistanê derbarê hilbijartinên Herêma Kudistanê de hêvî û kelecan heye, hilbijartina parlementoyê wek hilbijartinek çarenivîssaz tê dîtin û bang li hemû aliyan tê kirin bê dijminkarî bi zimanek ser avakirinê nêzîkî hev bibin û bila encamek wisa derbikeve holê ku hemû Kurdistanî sûdê jê werbigrin.

Proseya bangeşiyên Hilbijartina Parlementoyê ya Herêma Kurdistanê li Bakurê Kuırdistanê jî bi hêvî û bi kelecan ji nêz ve tê şopandin. Hêviya raya giştî ya Bakurê Kurdistanê ew e ku hilbijartinên di 20ê cotmehê de werin li darxistin bi awayeke ji aloziyan dur pêk were û di berjewendiya hemû aliyên kurdistanî de be. Şîrovekarên siyasî dibêjin hilbijartin ji bo xurtbûna çanda demokrasiye girîng in û balê dikêşin ser berdewamiya xebatên pêşxistina Herêma Kurdistanê

Çavdêrê siyasî Omer Ozmen ji K24ê re got: “Di salên dawîn de li Herêma Kurdistanê proseyek baş a çaksaziyê heye ku ez hêvî dikim piştî hilbijartinan dîsa ew prose bi heman coş û kelecanê berdewam be”

Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê jî dibêjin hilbijartinên Herêma Kurdistanê dibe wesîle ku hêviyên neteweyî yên kurdan her dem zindî bimînin û her wiha balê dikêşin ku kurdistanek seqamgîr bo aboriya Bakurê Kurdistanê jî sudbexş e ku ev yek bi hilbijartinên birêkupêk pêkan e.

Cîgırê Serokê Partıya Welatparêzên Kurdıstanê Hanîfî Tûran dibêje: “Dema li perçeyên din temaşe li hilbijartinên Herêma Kurdistanê dikin dibêjin vaye dewletek me jî heye hilbijartin lê tên kirin, hêviyên neteweyî yên kurdan xurt dibin.”

Şîrovekar û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê hêvî dikin hilbijartinê de beşdarî zêde be, destkeftî xurttir werin parastin û pêvajoya çaksaziyê dîsa berdewam be.