Dijeterora Kurdistanê: Dronên Tirkiyeyê du erebeyên PKKê li Amêdiyê kirin armanc

Navenda Nûçeyan (K24) - Dijeterora Kurdistanê radigehîne, “Dronên artêşa Tirkiyeyê du erebeyên çekdarên PKKê li nêzî gundê Nisira li devera Amêdiyê kirin armanc.”

Li dû zanyarên Dijeterora Kurdistanê, dronên artêşa Tirkiyeyê îro (Pêncşem, 10.10.2024) du erebeyên çekdarên PKKê li nêzî gundê Nisira li devera Amêdiyê kirin armanc.

Dijeterora Kurdistanê herwesa amaje jî da ku, çar çekdarên PKKê di wê êrîşê de hatin kuştin.