Fuad Hisên: Em red dikin asmanê Îraqê bo êrîşkirin ser Îranê bê bikaranîn

Fuad Hisên
Fuad Hisên

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê ragehand, “Eger şerê li deverê berfireh bibe, ewlehiya kendavî dikeve di metirsiyê de û qeyranên mezin ên enerjiyê li cîhanê peyda dibin. Herwesa rêkxistinên terorsitî yên wekî DAIŞê ji bo xwerêkxistinê feydeyî ji şerî werdigirin.”

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî îro (Yekşem, 13.10.2024) gehişt Bexdayê û bi Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên re civiya.

Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên jî di konferanseke rojnamevanî de bi hempayê xwe yê Îranî re li Bexdayê amaje da, “Îraq red dike ku asmanê wê ji bo êrîşkirina li ser Îranê bê bikaranîn.”

Fuad Hisên herwesa ragehand, “Eger şerê li deverê berfireh bibe, ewlehiya kendavî dikeve di metirsiyê de û qeyranên mezin ên enerjiyê li cîhanê peyda dibin. Herwesa rêkxistinên terorsitî yên wekî DAIŞê ji bo xwerêkxistinê feydeyî ji şerî werdigirin.”

Navbirî tekez jî kir, “Biryara ragehandina şerî li Îraqê tenê di destê dewletê bi her sê desthilatên wê ve ye, herwesa bizavên me berdewam in ku Îraq li deverê tevlî çi şeran nebe.” Herwesa got, “Israîl dixwaze bi rêya gefkirinê li Îraqê welatê me bixe nav bazina şerî.”

 
Fly Erbil Advertisment