PDK karnavala cemawerî ya herî mezin li Hewlêrê lidar dixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Lîsteya 190 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 15ê Cotmehê mezintirîn karnavala xwe ya cemawerî li Hewlêrê lidar dixe.

Li gorî zanyariyên K24ê, amadekariyên xemilandina yarîgeha Hewlêrê û sazkirina rûniştina cemawer, alîgir û dengdêrên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tên kirin.

Li gorî zanyariyan, cih ji bo beşdariya bi dehhezaran kes tê amadekirin ku ev kernavel dê bibe mezintirîn bangeşeya PDKê li ser asta hemû lîste û hevpeymaniyên siyasî yên ji bo Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê.

Li gorî Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê, bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê îşev demjimêr 12:00 nîvê şevê bi dawî dibe. Her namzed an lîsteyek ku bi her awayî bangeşeyê bike, dê wek binpêkirina yasa û rênimayên komîsyonê were dîtin.

Roja înê 18ê Mijdarê dengdana taybet û roja 20ê Mijdarê jî dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê tê kirin.

Li gorî Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê, hejmara giştî ya dengderên Herêma Kurdistanê bo xula şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, 2 milyon û 899 hezar û 878 dengder e, ji wan 2 milyon û 683 hezar û 618 dengderên hilbijartina giştî ne û 215 hezar 960 jî dengderên hilbijartina taybet in.

Li gorî Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, navendên dengdanê hatine amadekirin û li ser 165 navendên dengdanê tên dabeşkirin.