Li Meletiyê erdhejek bi pileya 5.9 rû da
Diyarbekir (K24) - Li Meletiyê erdhejek bi pileya 5.9 rû da û di encamê de li Meletî, Riha û Xerpêtê 4 avahiyan zirar dît, erdhej li heta Şirnexê jî hat hîskirin û nava welatiyan de bu sedema metirsiyek mezin. Li gorî agahiyên çavkaniyên fermî mirî nînin.
Li gorî AFADê li navçeya Keleha Meletiyê demjimêr 10.46ê erdhejek bi pileya 5.9 rû da û erhej ji Meletiyê heta Şirnexê hat hîskirin.
Li gorî agahiyên Wezareta Karên Navxweyî mirî nînin, li Meletî, Xerpêt û Rihayê 4 avahiyan zirar dîtiye, 15 welatîyan jî ji tirsa erdhêjê xwe ji avahîyan avêtiye. Her wiha Parêzgeriya Meletiyê da zanîn ku ji ber erdhejê xwendin ji bo rokejê hatiye rawestandin.
Li Diyarbekirê jî metirsiyek mezin peyda bû ku gelek welatî derketin derve û hîn jî li kuçe û kolanan de ne û naçin nav malên xwe.
Derbarê erdhejê de pisporê erdhejê Profesor Nacî Gorur jî ji hesabê xwe yê Xê da zanîn ku “erdheja li Meletiyê rû dayî di encama enerjiya di erdhejên 6ê Sibatê de derketî holê rû daye ku beşek mezin a derza erdheja îro di erdheja Xerpetê ya 2020ê de rû dayî şikestibu û bila welatî netirsin.”
Pêştir Peyamnêrê K24ê li Dihokê got, “Li Dihokê jî hest bi erdheja bajarê Malatiyayê yê Bakurê Kurdistanê hat kirin.”