Îşev danûstandina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û tex û çînên Dihokê tê parvekirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Îşev danûstandina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û tex û çînên cuda cuda yên Dihokê li ser şaşe û pilatformên cuda cuda yên K24ê tê parvekirin.
Danûstandina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi tex û çînên cuda cuda yên Dihokê re seet 09:00 ê îşev (În, 18.10.2024) bi awayekî rasterast li ser şaşe û pilatformên cuda cuda yên K24ê tê parvekirin.
Di wê hevdîtinê de behsa peydakirina derfetên karî, kar û pilanên bên ên hikûmetê, baştirkirina xizmetkariyan, dabînkirina kareba 24 seetî û gelek tewerên din jî tê kirin.