PDK ji dengderan re: Beşdarî hilbijartinan bibin ta Kurdistan di destê emîn de bimîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serkeftina Lîsteya 190 ya PDKê di dengdana taybet de pîroz kir û bang li dengdêrên Kurdistanê dikin ku sibe 20ê Cotmehê beşdarî hilbijartinan bibin.

Komîteya Bilind a Hilbijartinan a PDKê îro 19ê di daxuyaniyekê de bi germî serkeftina Lîsteya 190 ya PDKê di dengdana taybet a duhî 18ê Cotmehê pîroz kir û sipasiya rola mêrxas û qehremanane ya parêzvanên welat kir û got: “Ev baweriya mezin û giring a Pêşmergeyên qehreman û dengderên partiya me, cihê serbilindî û şanaziyeke mezin e.”

PDK dibêje: “Çawa ku di dastanên mezin de, Pêşmerge bi can û xwîna xwe ya pîroz berevanî li Kurdistanê kir, bi vê dengdana berfireh û mezin ji lîsteya 190 ya partiya me re, careke din qada parastina aştiyê li Kurdistanê ji bo avedanî û xweragiriya zêdetir parast û bi vê jî mizgîniya serkeftineke mezintir da PDKê.”

Herwiha got: “Li ser navê Desteya Bilind a Hilbijartinan a partiya me, em spasiya hemû dengderên ku di hilbijartinên taybet de dengê xwe dane, dikin û bang li dengdêrên Kurdistanê dikin ku sibe 20ê Cotmehê beşdarî hilbijartinan bibin, da ku Kurdistan di destê emîn de bimîne.”